Lînkên eksesibilîtî

Koreya Başûr Dijî Ceribandinên Nû yên Pyongyangê di Hişyarî de Ye


Koreya Başûr muçeka balîstîk ya bi navê Hyunmoo davêje

Artêşa Koreya Başûrî, di hîndarîyeke leşkerî ya bo amadekarîya êrîşeke muhtemel ya dijî Koreya Bakurî de, îro jimareke muşek avêtin Derya Japonî.

Hîndarîya leşkerî di vê demê de tê kirin ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, jiber ceribandina navokî ya Pyongyangê îro bi awarteyî dicive ku rewşa heyî nîqaş bike.

Serokê Koreya Başûrî Moon Jae-in û Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe bi telefonê li ser ceribandina dawî ya Koreya Bakurê peyîvîn û hevbîr bûn ku cezayên nû yên hişk li Koreya Bakr werin birîn.

Wezareta Derve ya Koreya Başûrî jî ragihand ku li gor pêzanînên wê Koreya Bakurî hazirîya ceribandineke nû ya muşekeke balîstîk dike. Wezaratê dîyar kir ku ewê di demeke nêzîk de hejmara sîstema berevanî ya THAAD pirtir dike.

Wezareta Derve ya Çînê jî ragihand ku wê jiber ceribandina navokî, bi rêka balyozxaneya Koreya Bakurî ya li Pekînê, ji protesto daye hikûmeta Pyongyangê.

XS
SM
MD
LG