Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Nûbûna Peymana Koreya Başûr û Japonya Geşbîn E


Wezareta Derve ya Amerîka ser biryara domandina îstixbarata leşkerî ya Koreya Başûr û Japonya geşbînîya xwe ragihand.

Wezaretê bang li her du dewletan kir ku çareserîyeke mayînde bibînin.

Berdevikekî Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku biryara Koreya Başûr nîşan dide ku ‘’hevalbend dikarin nakokîyên xwe bi awayekî berfireh binirxînin û ew tiştekî erênî ye.’’

Wî berdevikî da zanîn ku Amerîka pitşgirîyê dide danûstandinên Koreya Başûr û Japonya.

Japonya û Koreya Başûr di sala 2016’an de peymana parvekirina îstixbarata leşkerî îmza kiribûn û ew peyman her sal dihat nûkirin.

Koreya Başûr dabû zanîn ku ewê di peymanê de nemîne, lê berî dema peymanê tije bibe biryar da peymanê bidomîne.

XS
SM
MD
LG