Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur, CIA'yê bi Hewildana Kuştina Kim Jong Un Tawanbar Dike


Koreya Bakur, îstixbarata Amerîka û Koreya Başûr tawanbar kir ku her du dewletan bi çekên kîmyayî hewildana kuştinkarîya Kim Jong Un kiriye.

Wezareta Ewlekarî ya Koreya Bakur bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê ‘’terorîstên’’ Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) û yên Koreya Başûr bi awayekî tund werin kuştin.

Koreya Bakur, di daxuyanîyê de her carê ser Koreya Başûr û Amerîka tenê gotinên giran dike, lê îcar hûrgilî jî da.

Wezaretê da zanîn ku, servîsên îstixbaratê, di sala 2014’an de jibo Kim bikuje hemwelatîyekî Koreya Bakur yê li Rûsya dixebite ji alîyê fikrî ve hatîye xapandin.

Wezaret bi berdewamî eşkere dike ku jibo Kim were kuştin, sîxurên Koreya Başûr pere û alavên ragihandinê dane wî hemwelatîyê ji Koreya Bakur.

Pyongan dîyar dike ku piştî pere û alavên ragihandinê, çekên kîmyayî dê wî bi kar bianîya jî ji alîyê CIA ve ji wî re hatîye gotin.

XS
SM
MD
LG