Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Dide Zanîn ku Wê Êrîş Biriye Ser Firokeke Rûsî


Koreya Başûr ragihand ku firokeke Rûsya bê destûr ketiye esmanê wan û wan bo hişyarî êrîşî wê kiriye.

Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr da zanîn ku firoka Rûs, li nêzî giravên Dokodo û Takeşima ketiye esmana wan.

Wezaretê dîyar kir ku firokên wê yên F-15k û F-16k jiber firoka Rûs firîyane û bo hişyariyê êrîş birine ser wê.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku firoka Rûs berê ji esmanê wan derketiye, lê di demeke kin de careke din ketiye esmanê wan.

Di navbera Koreya Başûr û Rûsya de heta niha ti bûyerên wisa pêk nehatine.

Rûsya ser vê mijarê hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG