Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Koreya Bakur Pesna Serdana Trump Dide


Serokê Amerîka Donald Trump bi serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re li herêma bêçek ya di navbera Koreyan de kom bû û sînorê Koreya Bakur derbaz kir.

Kanala dewletê ya Koreya Bakur (KCNA) ser vê hevdîtinê dîyar kir ku ‘’kêlîyeke pir baş û dîrokî’’ ye.

KCNA, ku ser hevdîtina Trump û Kim Jong Un bi awayekî berfireh weşan kir, ragihand ku her du rêberan daye zanîn ku ewê di rojên pêş de peywendîyan baştir bikin.

Li Koreya Bakur jêderên ragihandinê sînordarkirî ne û medya bi salan e Amerîka wek dijminê herî mezin nîşan dide.

Trump li herêma bêçek dîyar kir ku ew di kêlîyeke dîrokî de ye û da zanîn ku jiber ku wî sînorê di navbera her du Koreyan de derbaz kiriye serbilind e.

Kim Jong Un jî ser hevdîtinê got ku ew nîşana peywendîya baş ya bi Trump re ye.

Hin şirovekarên sîyasî didin zanîn ku hevdîtina Trump û Kim Jong Un ya dawî dibe ku rê li ber danûstandineke nû veke.

XS
SM
MD
LG