Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Hêla ku 2 Malezyayî ji Welêt Derkevin


Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê radigihîne ku Koreya Bakur destûr da du karmendên Malezyayî yên Programa Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ku ji wî welatî derkevin.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ew du kes ne nûnerên hikûmeta xwe, lê karmendên sîvîl yên navnetewî ne.

Serokwezîrê Malezya Necîb Rezak li ser Twitterê piştrast kir ku her du karmend bi ewlehî giheştine welatê xwe.

Peywendîyên navbera Koreya Bakur û Malezya aloz in, piştî ku zirbirayê rêberê Koreya Bakurî Kim Jong Un li Malezya hatibû kuştin.

Ew du kes ligel 11 Malezyayîyên din li balyozxaneya welatê wan ya li Pyongyang asê mabûn, piştî ku Koreya Bakur derketina hemwelatîyên Malezyayî ji welêt qedexe kiribû. Beramber wê biryarê Kuala Lumpir jî heman biryara li ser hemwelatîyên Koreya Bakurî dabû.

XS
SM
MD
LG