Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Hevpeymaniya Amerîka û Koreya Başûr Niha ji Herdemê Giringtir E


Wezareta Bervaniya Koreya Başûr daxuyaniyek weşand û da zanîn ku Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin roja Çarşemê civîn li gel hevpîşeyê xwe yê Koreya Başûr Suh Wook li paytext Seoul encam da.

Wezîrê Berevaniyê Amerîka Austin soz da ku berdewamiyê bidin berevanîkirin û parastina berfireh ya li Koreya Başûr di nav de sîhwana atomî ya Amerîka.

Wezaretê da zanîn ku herdu aliyan tekez li ser armancên hevbeş kirine jibo nehiştina çekên atomî bi temamî û aştiyek mayinde li nivî grava Korya yê.

Austin li destpêka civînê got"Jiber arêşeyên ku ti carekî weha nebûne yên ku Komara Koreya Millî ya Demokrat û Çîn feriz dikin, hevpeymaniya Amerîka û Koreya Baûşr niha ji herdemê giringtir e."

Hatiye plan kirin ku Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken civîna "2+2" li gel hevpîşeyên xwe yên Koreya Başûr encam bidin û heta roja sibê Pêncşemê 18ê Adarê li gel serokê welat Moon Jae-in û berpirsên din yên di asta bilind de bicivin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku doh 16ê Adarê herdu wezîrên Amerîkî di serdana xwe ya asiya de li Japonya bûn û civîn bi berpirsên wî welatî re li paytext Tokyo encam dan.

XS
SM
MD
LG