Koreya Bakur giraveka Koreya Başur, ya kêşe li ser, li nêzîkî toxîbê avê yê navbera herdu welatan da ber topan. Di encam de du marînên Koreya Başur hatin kuştin û bi kêmî ve 16 kes brîndar bûn ku sê li wan sivîl bûn.
Hêrişa Sêşembî ya Koreya Bakur bu eger ku Koreya Başur bi topan birsivê bi dete ve, ku eve jî mezintirîn lêkdane navbera herdu alîyan ewey Şerê Koreya li sala 1953 bi dawî hatî.
Koreya Bakur bi topan dana girava Yeonpyeong piştî hişdarî da Seoul ku minawerên xwe yên leşkerî li wê deverê rawestînit, ku Pyongyang dibêjit di nav ava xwe de diket. Koreya Başur razî nebu ku wan minawera rawestînit û top avêtine avê dûrî Koreya Bakur.
Koreya Başur dibêjit, nêzîkî 100 topên Koreya Bakur li nêzîkê girava Yeonpyeong keftîne, ku ziyan gehande xaniyên 1,600 akinciyên wê deverê û neçar kirin ku malêt xwe bi hêlin. Di bersivê de, Koreya Başur 80 top avêtine Koreya Bakur bi dirêj ya toxîbî û firokên cengî hinartine wê deverê.
Serokê Koreya Başur Lee Myung-bak daxwaza kombûneka destûdarê tengavya ya karbidestên parastinê kir û paşî Koreya Bakur tawanbar kir ku hêriş li ser sivîla kir ye. Wî got, ev reftare na hête qebul kirin û hişdarî da ku bersiveka tundtir hebit heke hêşta hêriş bêne kirin.
Berpirsê ragehandina Serya Spî Robert Gibbs ji Koreya Bakur xwest ku 'kiryara şerî' rawestînit û pêgirtina Amerîka dubare kir bo berevanî li Koreya Başur.