Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Daxwaza Serok Trump a Şandina Keştiyan bo Tengava Hormuzê 'Dinirxîne'

Tengava Hormuz'ê
Tengava Hormuz'ê

Karbidestekî serokatiya Koreya Başûr roja Yekşemê ragihand ku Seoul daxwaza serokê Amerîka Donald Trump a ji bo şandina keştîyan bo Tengava Hormuzê ji bo misogerkirina ewlehiya tankerên petrolê "bi baldarî dinirxîne".

Karbidestên Koreya Başûr dibêjin, "Em daxuyaniyên Serok Trump li ser medyaya civakî bi baldarî dişopînin û em ê bi Amerîka re bişêwirin û mijarê gotûbêj bikîn.

Roja Şemiyê, serokê Amerîka li ser hesaba xwe ya Truth Social nivîsand, "Hêvîdarim ku Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din keştîyan bişînin herêmê da ku Tengava Hormuzê êdî ji hêla dewletek bêrêber û bêserî ve ku ‘îşaretê bi Îrnaê dide’ neyê tehdît kirin.

Her wiha di destpêka hefteyê de, serok Trump diyar kir ku Amerîk dê "pir zû" dest bi parastina tankerên petrolê bi rêya avî ya stratejîk bike.

Karbidestê Koreya Başûr, girîngiya ewlehiya rêyên avî yên navneteweyî û azadiya turzmê tekez kir û diyar kir ku Seoul "li ser tedbîrên cûrbicûr lêkolînên berfireh dike... da ku ewlehiya rêyên veguhastina enerjiyê misoger bike."

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump di posta xwe ya roja Şemiyê de gotbû ku ewê bi şêweyekî ji şêweyan di demek nêzîk de ewê Tengava Hormuzê dîsa vekirî, ewle û azad be.

XS
SM
MD
LG