Koreya Başûr îro Çarşemê ragihahd ku hejmara giştî ya pêketinên vîrusa korona ji 10 mîlyonî borî ku ew jî 20 ji sedê ya hemî nîfûsa wê ye.
Ajansa Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Koreya Başûr (KDCA) ragihand ku roja Sêşemê 490,881 bûyerên nû hatine tomar kirin. KDCA da zanîn ku ew rêje ji destpêbûna pandemîya vir ve asta duyê ya herî bilind e.
Di roja herî blind de, di 16’ê Adarê de 621,205 bûyerên pêketina korona hatibûn dîtin.
Ajansa Koreya Başûrî da zanîn ku mirinên ji korona li gor toja pêştir 291 kes zêdetir bû û giheşt 13,432 kesan.
Koreya Başûr ev demek e dirêj e ribirûyê cureya omicron ya vîrusa korona bûye û sîstema saxlemîyê ketiye rewşeke dijwar.