Koreya Başûr îro Duşemê ragihand ku bûyera yekê ya cureya nû ya COVID-19 hate tomar kirin, ku cara pêşîn li Brîtanya hatibû dîtin.
Ajansa Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Koreya Başûr ragihand ku vîrusa nû di malbateke sê kesî de hate dîtin ku di 22yê mehê ji Brîtanya hatine Koreya Başûr.
Ajansê got ku ew sê kesên ku li Brîtanya dijîn, niha di bin karantînê de ne.
Wezareta Saxlemîyê ragihand ku îro 808 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine dîtin û hejmara giştî ya pêketinîyan giheştiye 57,680 kesan û û heta niha 819 kes mirine.