Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Dibêje ku Pêla Duyê ya Belavbûna Korona Destpê Kiriye


Kolanên paytext Seul
Kolanên paytext Seul

Karbidestên saxlemîyê yên Koreya Başûr dan zanîn ku li welatê wan pêla duyê ya vîrusa korona destpê kiriye.

Li gor daxuyanîya karbidestên saxlemîyê, di 24 saetên dawî de 17 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin û ew kes li cîhên cuda dixebitin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Jeong Eun-Kyeong dîyar kir pêla duyê ya vîrusa korona bi hin kesên ku di serê Gulanê de li Seulê çûne betlaneyê destpê kiriye.

Dr. Jeong got ku ew li bendê ne ku bi pêla duyê re pêketinên nû yên vîrusa korona çêbin.

Koreya Başûr, ku li cîhanê wek yek ji cîhên herî ewle yên dijî korona tê dîtin, di 20’ê Çileyê de pêketina pêşî ya vîrusa korona ragihandibû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Koreya Başûr pirtir ji 12,000 kes bi vîrusa korona ketine û 280 kes jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG