Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur bo Jinûve Destpêkirina Danûstandinan Sivikkirina Toleyan Dixwaze


Qanûndanêrên Koreya Başûr îro Sêşemê ragihandin ku Koreya Bakur dixwaze ku toleyên navneteweyî yên qedexekirina derfirotina berhemên metal û derkirîna sotemeniya rafîner û berhemên pêdîvî yên din were rakirin da ku bi Amerîka re danûstandinên bo bêçekirina navokî jinûve bidin destpêkirin.

Hevdem, qanûndaneran piştî ku hêla ajansa sereke ya îstîxbarata Koreya Başûr ve hatin agahdarkirin, da zanîn ku Koreya Bakur daxwaza sivikkirina toleyên li ser derkirîna berhemên luks jî dike da ku bikaribe alkol û kincên xweş bikire.

Medyaya fermî ya dewleta Koreya Bakur îro Sêşemê behs ji daxwaza nû ya rakirina cezayan ji bo destpêkirina danûstandinan nekir.

Qanûndanerên Koreya Başûr gotin rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in, ji Nîsanê vir ve, dilxwazîyên xwe bo jinûve avakirina pêbaweriyê û başkirina peywendîyan nîşan dane.


Wan her wiha destnîşan kir ku Koreya Bakur hewcedarê 1 mîlyon ton birincê ye, jiber ku aborî sala borî bi sedema pandemîya vîrusa korona û hewa xirab sala borî xira bû.

Koreya Bakur ji 2006'an vir ve şeş testên navokî kir û mûşekên ku dikarin Amerîka armanc bikin, ceriband.

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dijî Koreya Bakur jiber bernama navokî û mûşekên balistîk yên xwe, bi binpekirina biryarên NY'î rêve dibe, toleyên cûrbecûr ragihandiye, di nav de sazî û kesên li welatê din j î hene.

Amerîka, Japonya û Koreya Başûr jî dijî Koreya Bakur toleyên giran ragihandin, lê ew toleyana welatên din girê nadin.
Karbidestekî payebilind ya rêvebirîya Serok Joe Biden, di Adarê de ji Reutersê re gotibû ku Koreya Bakur ji nîvê Sibatê vir ve bersiv nedaye danûstendinên dîplomatîk yên li pişt perdeyê.

Rêveberîya Biden ser nêzîkatîya xwe ya Koreya Bakur de pêş raya giştî de gotareke pir bi baldar bi kar tîne û dibêje ku bi armanca pêywendîyek berfireh ya siyasetê xebatên xwe didomînin.


Ew civîn û du civînên piştî wê de Koreya Bakur razî nebûye ku dev ji çekên navokî yan bernameya mûşekî berde.

XS
SM
MD
LG