Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Neyênî ya Korona Ser Aborîya Amerîkî Didome


Visitors to the Department of Labor are turned away at the door by personnel due to closures over coronavirus concerns in New York, March 18, 2020.
Visitors to the Department of Labor are turned away at the door by personnel due to closures over coronavirus concerns in New York, March 18, 2020.

Hijmara Amerîkî yên ku hefteya borî serlêdana alîkarîya bêkarîya kirin 89,000 kesan kêmtir bû. Tewî ku kêmtir kesan serladana bêkarîyê kirin, hijmara ragihandina bekarîyê ya hefteya borî 803,000 kesan bû.

Pisporên ekonomiyê dibejin ji ber belavbûna vîrusa korona vir ve, bi tedbirên tendurîstîye ve gelekî karsazî hat girtin û ew ji bandorekê mezin li ser ekonomîya welatê kirîye. Di deh mehan de bi mîlyon kes karên xwe winda kirine.

Li gor danêyên dawî ya Wezarata Kar, xwedîyên karsazan bi berdewamî hijmara karkeran xwe kêm dikin ji ber ku tedbirên sexlemîye bo peşîgirtina vîrusa korona wekî sinorkirin û karantîna tên dayîn.

Wezarat dide zanîn ku ji berîya pandemîyê, hijmara bekarîyê di heftekî de 225, 000 buyê. Le ew hijmar di biharê borî de bu 6.9 milyon kesan.

Di 12ê meha 12anê de hijmara bekarî 5.3 milyon bû, ku ew hijmar di meha Gûlanê de 23 milyon kesan bû.

Di seranserî Amerîkayê de 20.4 mîlyon kes alîkarîya devletê digire.

Roja Dûşêmê Paketa alîkarîyê ya vîrusa korona ya bi qasî 900 mîlyar dolarî, ku Demokrat û Komarîyên Amerîkî li ser li hev nekirin, bi dengdana li Kongresê hat pejirandin.

Demokrat û Komarîyan bo wê paketa alîkarîyê bi mehan danûstandin kirin.

XS
SM
MD
LG