Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîşanên Vîrusa Korona yên li Ser Serokomarê Afrîqa Başûr Ramaphosa Didomin


Serokomarê Afrîqa Başûr Cyril Ramaphosa
Serokomarê Afrîqa Başûr Cyril Ramaphosa

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku semptomên sivîk yên vîrusa korona yên li ser Serokomarê Afrîqa Başûr Cyril Ramaphosa didomin.

Reutersê da zanîn ku Ramaphosa gerek vê hefteyê vaksîna xurtker li xwe xista, lê wî jiber semptoman karanîna wê paş xistiye.

Testa vîrusa korona ya Ramaphosa, ku di meha Sibatê de vaksîna Johnson & Johnson li xwe dabû, roja Yekşemê pozîtîf derketibû.

Ofîsa Ramphosa bi bîr xist ku ew hefteya borî çûye serdana çar welatên Afrîqî, lê roja Çarşemê dema ew vegerîye testa wî negatif derketiye.

Afrîqa Başûr di pêla çaran ya vîrusa korona de, ku tê bawer kirin jiber cureya bi navê Omicronê çêbûye, rojane bi qasî 20,000 pêketin tomar dike.

Pisporên Afrîqî dibêjên ku heta niha wan ti nîşan nedîtiye ku ew cure nexweşîyê girantir dike.

XS
SM
MD
LG