Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 60,000 Kes Kuştine


Vîrusa korona, ku di meha Berfanbarê de li Çînê derketibû, li Amerîka heta niha pirtir ji 60,000 kes kuştine.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 60,475 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin ku li wir bi qasî 300,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 23,473 kes bi wê mirine.

Li New Jerseyê 6771, li Michiganê 3670 kesan bi vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka, bi pirtir ji 1,000,000 pêketîyên vîrusa korona ji nav welatên cîhanê di rêza yekê de ye.

XS
SM
MD
LG