Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Amerîka hejmara pêketîyên vîrusa korona 4 mîlyon derbaz kiriye.
Karbidestên Amerîka di 21’ê Çileyê de pêketina vîrusa korona ya pêşî ragihandibûn.
Amerîka di 98 rojan de giheşt 1 mîlyon pêketinên vîrusa korona, lê hejmara pêketîyan bi tenê di 16 rojan de ji 3 mîlyonan rabû 4 mîlyonan.
Li Amerîka hema bêje her saet 2600 pêketinên nû yên vîrusa korona têne tespît kirin.
Ew welat bi hejmara pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza yekê de ye û li wir jiber vîrusê 144,032 kes jîyanên xwe ji dest dane.
Navenda vîrusa korona ya li Amerîka serê pêşî li New Yorkê bû, lê di demên dawî de pirtir li eyaletên başûr û rojava pêketinên nû têne tomar kirin.
Li Florida roja Pêncşemê 173 kes jiber vîrusa korona mirin ku ew hejmar rekor e.
Herwiha li Alabama, California, Nevada û Teksasê jî hejmara mirinên ji vîrusa korona zêde dibe.