Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 555 Hezar Kes Kuştine


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 131,5 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 131,593,180 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 30,7 mîlyon pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye. Li dû Amerîka bi nêzî 13 mîlyon pêketîyan Brezîlya û li dû wê jî bi 12,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan heye.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,856,632 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 555,273 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 331,433 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 101,877 kes bi vîrusa korona ketine û 4,841 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG