Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Otomobîlan ya Cenevrê jiber Korona Hat Betal Kirin


The "Pop.Up" concept by Audi, Airbus and Italdsign is pictured during the 88th Geneva International Motor Show in Geneva, Switzerland, March 6, 2018.
The "Pop.Up" concept by Audi, Airbus and Italdsign is pictured during the 88th Geneva International Motor Show in Geneva, Switzerland, March 6, 2018.

Hikûmeta Swîsrî îro Înê ragihand ku Pêşangeha Otomobîlan ya Navnetewî ya Cenevrê, ku di 5'ê Adarê de destpê bikira û heta 15'ê Adarê bidoma, jiber vîrusa korona hate betal kirin.

Pêşangeha Otomobîlan ya Navnetewî ya Cenevrê yek ji pêşangehên herî girîng ya di warê trombîlan de ye û kompanîyên çêkirina otomobîlan berhem û teknolojîyên nû li wê derê ji dinê re re nîşan didin.

Bi alîyekî din ve, Pentagonê ji leşkerîyên xwe yên li Erebistana Saudî xwest ku ji cîhên civakî yên şenîbar yên wek sînemageh û navendên kirîn, firotinê dûr bimînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Covid-19 cara yekê di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketiye û ji wir derbazî dewletên din bûye û heta niha nêzî 2,800 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG