Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên jiber Korona li Cîhanê ji 25000 Borîye


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane, 25,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona li seranserê cîhanê 25,035 kes kuştine û ketiye canê 553,244 kesan.

Îtalya bi 8215 mirinên jiber vîrusa korona di rêza pêş de ye û li dû wê bi 4858 mirinan Îspanya û 3174 mirinan Hubei ya Çînê tê.

Pêzanînên piştrastkirî raber dikin ku herî zêde li Amerîka pêketîyên vîrusa korona hene.

Li Amerîka 86,012 pêketî hatine tomar kirin û li bajarê New Yorkê 365, li eyaleta Washingtonê pirtir ji 100 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka do Pêncşemê yên li Çînê derbaz kiribû.

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansekê de ser hejmarên Çînê bi guman axifîbû û dîyar kiribû ku wan hejmaran karbidestên Çînî belav dikin.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG