Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya Korona ya bi Navê Gama li Rûsya jî Belav Dibe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Rûsya cureya vîrusa korona ya bi navê Gama hatiye dîtin.

Ew cureya bi navê Gama cara pêşî li Brezîlya hatibû tespît kirin.

Rûsya ew demek e jiber belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta bi zêdebûna pêketinan re rûbirû maye.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku kêmbûna rêjeya karanîna vaksînê jî belavbûnê vîrusê zêde dike.

Reutersê ji zarê karbidestên vaksîna EpiVacCorona dîyar kir ku Delta li Rûsya bûye cureya berbelav û xêncî wê cureya Gama jî li wî welatî hatiye dîtin.

Berpirsên Rûs dibêjin ku Delta û Gama jiber ku zûtir belav dibin û bandora antîkoran kêmtir dikin fikaran çêdikin.

XS
SM
MD
LG