Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 150,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 150,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 153,177 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona li Amerîka 36,721 kes kuştine ku ew hejmara herî bilind ya navdewletî ye.

Bi wê vîrusê li Îtalya 22,745, li Îspanya 19,613, li Fransa jî 18,703 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Li Çînê jî 4636 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG