Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Ser Gelek Tiştan 28 Rojan Zindî Dimîne


vîrusa SARS-CoV-2
vîrusa SARS-CoV-2

Lêkolînerên Avusturalya îro Duşemê ragihand ku vîrusa korona ku dibe sedema nexweşîya COVID-19 dikare li ser diravên kaxiz, cam û polaya zengnegir heya 28 rojan dimîne.

Lêkolîer bal dikşînin ku jêyana wê vîrusê ji ya sermayê pir dirêjtir e loma paqijkirin û şûştina destan ya gelek girîng e.

Pêzanînên lêkolîna rexistina zanistî ya neteweyî ya Avusturalya, CSIRO nîşan dide ku di hawîrdorek pir kontrolkirî de vîrus ji li gor encamên lêkolînên din cûdatir, dirêjtir bi zindî û bi kanîna belavbûnê dimîne.

Lêkolînerên CSIRO dîtin ku di 20 derecedeyê de, vîrusa SARS-CoV-2 li ser rûyên nerm yên mîna banknotên plastîk û cama telefona desta bo 28 rojan dimîne.

Ev lêkolîna sazîya CSIRO di kovara Virology ya zanistî de hate weşandin.

Beramberî vê yekê hate dîtin ku vîrûsa înfluensza A yan vîrûsa zekemê ya normal bo 17 rojan li ser tiştan dijî.

Lêkolîneran ragihand ku jiber ku proteîn û rûnên di şilahîyên laşên mirovan de jî dikarin demên zindîbûna vîrusê bi tundî zêde bikin.

Lêkolîna CSIRO dikare sedemên hebûna domdarî û belavbûna vîrusê li cîhên sar yên wek paketkirina goştan eşkere bike.

XS
SM
MD
LG