Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 13 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 13 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 13,006,764 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3,3 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 1,8 pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 878,000 pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 135,477 kesan jîyanên xwe ji dest dane ku ew welat li cîhanê bi vê hejmarê di rêza yekê de ye û li dû wê bi 72,100 mirinên ji wê vîrusê Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha Berfanberê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 85,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,641 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG