Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li New Yorkê Pirtir ji 1200 Kes Kuştine


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka 160,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka bi qasî 3000 kes kuştine.

Ew vîrus ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê belav bûye.

Li New Yorkê 66,500 pêketîyên vîrusa korona hene 1218 kesan jiber wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona li Washingtonê 205, li New Jerseyê 198 û li Michiganê 184 kes kuştine.

Amerîka, li cîhanê bi hejmara pêketîyên vîrusa korona li rêza pêş e li dû wê bi 101,739 pêketîyan Îtalya û li dû wê jî bi 85,195 pêketîyan Îspanya tê.

XS
SM
MD
LG