Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Pêketinên Korona Dîsa Zêde Dibe


Piştî demekê ji kêmbûna pêketinan, tûşbûna vîrusa korona careke din li Kobanê zêde dibe.

Merwan Mehmûd, rêvebirê navenda karantînê ya Kobanê dibêje ku di meha borî de 256 test ji nexweşan hatine kişandin û ji wan 81 pozîtîf derketin.

“Ji wan 2 kes jîyanê xwe ji dest dan û 38 kes qenc bûn û 48 jî hîn li navendê ne û xizmeta saxlemîyê ji wan re tê pêşkeş kirin.”

Mehmûd herwiha dide zanîn ku hîn derzîkirina hemwelatîyan berdewam dike.

Dr. Mihemed dîyar dike vê carê bandora vîrusê li ser nexweşan ne wek pêla yekê û duyan e.

“Di vê pêla sêyan de kesên ku tûşî vîrusê dibin bi piranî nexweşên temen biçûk in. Di sê mehên dawî de ti kes li Kobanê bi korona neketibû, li bi destpêka pêla sêyan bûyerên pêketinê pirtir dibin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG