Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Vîrusa Korona Îro Ser Mirovan Perpûnekê Diceribînin


Zanistên ku jibo dermanê vîrusa korona dixebitin, îro Duşemê li bajarê Seattle ya Amerîka perpûnekê li ser mirovan diceribînin.

Cara yekî ye ku derziyeke nû dê bi awayekî pîvandî li ser merivan were ceribandin.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku temamkirina testên perpûnê dibe ku ji salekê heta 18 mehan bidome.

Ew perpûnên li Seattle dê li ser 45 kesên ciwan û saxlem werin test kirin.

Pispor di ceribandinên pêşîn de perpûnên bê vîrus bidin wan kesan û bo testên din zararên wan tomar bikin.

Kompanîya Inovio Pharmaceuticals ya li Kansasê jî ragihand ku ewê di meha pêş de dest bi ceribandinên perpûnê yên ser mirovan bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG