Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Imran Mehmûd: Xwendina Online bo Xwendekarên Rojava Derfeteke Girîng E


Piştî ku Rêvebirîya Xweser jiber vîrûsa korona rewşa awarte ragihand, xwendekar ji xwendine bêpar mane.

Dr. Imran Mehmûd jibo xwendekaran platformeke ser înternetê ava kirîye ku derfetê bide xwendekarên li Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku xwendina xwe li malê bidomînin.

Imran Mahmûd
Imran Mahmûd

Ev platform bi navê # Ez Berengarîyê Dikim ku li ser Facebook wek # hatiyê belavkirin û rê dide xwendekaran ku bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.

Dr Mehmûd dibêje ku ev proje ji alîyê wî û hevalê wî Şêrzad Sîdo ve, jibo alîkarîya şagirtan hate amade kirin.

“Piştî qedexekirina çûn û hatina dîbistanan li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê, me biryareke wiha da. Ev gaveke nû ye û wê di sibêrojê de roleke mezin di warê perwerdê de bilîze û nehêle ku xwendin li herêmê raweste."

Hevpeyvîna Dr Imran Mehmûd-4-1-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG