Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 350,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 350,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 350,547 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka belav bûye ku li wî welatî bi qasî 100,000 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 37,000 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 33,000 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeh Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê 4,638 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG