Rêvebirîya Amerîka ragihand ku ewê jiber beşdarbûna Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO), tev li xebatên navneteweyî yên ser çêkirin û belavkirina vaksîna (perpûn) vîrusa korona nebe.
Berdevikê Qesira Sipî Judd Deere dîyar kir ku Amerîka bo têkbirina vîrusa korona dê xebatên xwe bi hevkarên navneteweyî re bidomîne.
Deere got ku ew bi ’WHO ya pûç û tevî rêxistinên di bin bandora Çînê de neşuxulin.
Li gor nûçeya Washington Postê, Qesira Sipî di xebata 172 welatan de, ku pêşengên wan WHO ye, cîha nagire.
Armanca xebata wan dewletan û WHO çêkirina perpûna vîrusa korona ya ‘’ewle û bi bandor’’ e.
Serokê Amerîka Trump, jiber helwesta wê ya bo pandemîya vîrusa korona WHO rexne kiribû û gotibû ku ew rêxistin di bin bandora Çînê de ye.