Rêvebirîya saxlemîya Duhokê ragihand ku 14 kes bi vîrusa guherî ya korona ketine, piştî ku nimûneyên 16 kesên ji teqîheheke Hewlerê vegerîyan.
Li ser rewşa COVID-19 û vîrusa nû ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê Hemze M Alî got ku ew 14 kes li malên xwe çareserîyê werdigirin û bi rengekî giştî rewşa koronayê li Duhokê baş e.
“Amîrên pişkinîna koronaya nû gîhane parêzgeha Duhokê û êdî e pêdivî ye ku em bişînin Hewlêrê. Emê bikaribin Duhokê pişkinên welatîyan encamp bidin.”
Koronaya nû bi lez tê veguhastin lewra wezareta saxlemîya herêma Kurdistanê, bi taybetî li xwandingehan û li cihên giştî daxwaza rêgirîyên tundtir dike.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber rêjeya zêde ya tuşbûyan li Îraqê, wek tedbîreke pêşgir Herêma Kurdistanê rê li ber hatina gerokan girtine.