Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mihemed Hesen Serdana Kouchner Nirxand


Bernard Kouchner
Bernard Kouchner

Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner, ku jibo serdanekê li Kantona Cezîrê ya Rojava ye îro bi civîneke ragihandinê nêrînên xwe dîyar kir.

Rojnamevan Mihemed Hesen di wê preskonferansê de amade bû û dîtinên xwe jibo Dengê Amerîka şîrove kir.

"Tiştê ku me fem kirî ev e ku birêz Kouchner nêrîn û çavdêrîyên xwe ligel Fransa û welatên din yên Ewropa parve bike û hewil bide ku alîkarîyên pratîk ji Rojava re were."

Hesen dide zanîn ku Kouchner çûye Serêkanîyê û li wê derê fermandarên YPG Hisên Koçer û Rêdûr Xelîl re hevdîtinek kiriye.

Hêjayî gotinê ye di dema dawî de serdanên kesîtîyên navdar li Rojava pir bûne. Hefteya borî jî endamê perlemana Danîmarkî Nikolaj Villumsen jî berî çend rojan hatibû Kantona Cezîrê.

Mihemed_Hesen_11_28_2014_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:49 0:00

XS
SM
MD
LG