Krîstîyanên Îraqê bi kefxweşî û coşeke mezin jibo serdana çar-rojî ya Papa Francis amadekarîyan dikin.
Papa Francisê 84 salî ewê di navbera 5 û 8'ê Adarê de cara yekê serdana Îraqê bike.
Tevî pîvan û xeterîyên pandemîya COVID-19 û ewlehîyê dêran paqij dikin, pratîkkirina kilamên olî dikin.
Papayê 84 salî ewê roja Yekşemê ya 7 'ê Adarê de, li bakurê Hewlerê di merasîmeke olî ya li Dêra St. Joseph Chaldean merasîmeke olî dar bixe û li stada derve ya vekrî de bi nêzî 10.000 Krîstîyan re bicive.
Li Hewlêrê, Keşe Dankha Joola yek ji pirsîyarê damezrandina merasîmê dîyar kir ku bêtirî 8,000 kesan ji bo vê bûyerê xwe tomar kirine.
Keşe Dankha Joola ragihand ku pirsgirêka herî girîng wê parastina dûrahîya civakî be.
Jooala got ku di bin şertên normal de, kapasîteya stadê bo 30.000 kêsan e, lê, jiber qedexeyên vîrusa korona hejmara mirovan bi 10.000 kesan hatîye sînordar kirin.
Keşe Naswhan Cola, yê ku yek ji darxistina merasîmê berpirse, ragihand ku ewê bûyer, bi duayên Îtalî û orkestra û koroyek ji nêzî 80 dilxwazên herêmî bi Erebî û Suryanî, zimanê Aramîk ya nû, bûyer bêhempa be.
Zimanê Aramîk ya nû ji hêla Krîstîyanên li bakurê Îraqê tê axiftin.
Civata kêmatîya Krîstîyanan ya bi nifûsa çend sed hezarî di serê 2000'an de ewilî ji hêla El-Qîde'yê û piştre jî ji hêla DAİŞ' ve heyan 2017'a li wan û bawerî û civatên olî yên din zilm û zordarîyên hovdar dîtin û mecbûrîyê koçberîyê bûn.
Jiber vê yekê wateya serdana Papa Francis naskirina êş û dijwarîyan Krîstîyana yên jiber bawerîyên wan e.
Serdana Rêberê 84 salî yê Katolîkên cîhanê di Berfanbarê de hate ragihandin, û Papa ewê here paytext Bexda, û her wiha Ur, Hewlêr, Mûsil û Qaraqosh ya li deşta Nînewa.
Mûsil û Qaraqosh, her du jî bo maweyê sê salan, di bin dagirkerîya Dewleta Islamî DAIŞê de mabûn.