Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosya Mirin Û Windabûna Jin Û Mêrên Krîstiyan Hurmuz Û Şîmonî li Tirkiyê


Dêra Aşorî û Keldanan li bajarê Mêrdînê
Dêra Aşorî û Keldanan li bajarê Mêrdînê

Li herema Şirnex'ê hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl yên Keldanî 11'ê Rêbendan'a 2020'an de winda bibûn.

Piştî 70 rojan termê Şîmonî Dîrîl nêzî mala wan di çemê Hêzil de hatibû dîtin û lê bi derbazbûna 502 rojan jî heta niha Hurmuz Dîrîl nehatiye dîtin û agahî jê nayên girtin.

Kurê wan Remzî Dîrîl ku keşeyê Dêra Keldanîyan ya li Îstenbul'ê ye dide zanîn ku heta niha di lêgerînên bavê wî de ti encam bi dest nexistine.

"Mixabin heta niha di lêpirsînên hatine vekirin de, ti encam nehatine bidest xistin. Li ser vê lêpirsînê biryara nepenîyê heye û heta niha ti sucdar nehatine dîtin.

Remzî Dîrîl kurê Hurmuz û Şimonî yên li Şernexê windabûne
Remzî Dîrîl kurê Hurmuz û Şimonî yên li Şernexê windabûne

Herwiha heta niha ne dozname hatiye amadekirin, ne jî doz hatiye vekirin. Ev jî dibe sedema guman û pirsên nû. Gelo bi vê yekê dixwazin me bitirsînin an jî gelo qey naxwazin em wek krîstîyan li ser axa xwe bijîn? " Wî got.

Hêjayî gotine ye ku berîya du rojan Baroya Şirnex’ê jî li ser vê mijarê daxuyanîyek da û baroyê dîyar kir û heta niha ti pêşketin di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de tuneye û baroyê destnîşan kir ku ewên jibo ku bûyer ronî bibe heta dawîyê şopdar bin.

Raporta Stenbulê 23 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:25 0:00

XS
SM
MD
LG