Îro Krîstmis anku Noel e û bi mîlyonên mirovên seranser cîhanê dayikbûna Îsa Mesîh pîroz dikin.
Roja Krîstmis ji alîyê bawermendan ve wek rojeke olî û çandî tê pîroz kirin û gelek kesên ne Kristîyan jî, vê rojê pîroz dikin.
Ev roja girîng li Amerîka û gelek welatên cîhanê wek roja behnvedana fermî ye, loma ofîsên hikûmetê, xwendingeh û herwiha firoşgeh girtî ne.
Di vê rojê de Amerîkî serdana hezkirîyên xwe dikin, ji hevdu re dîyarîyên hêja pêşkêş dikin û dayikbûna Îsa Mesîh bi awayê herî dilgeş pîroz dikin.
Krîstmis taybetî jibo zarokan rojeke girîng e jiber ku gelek ji wan li bendê ne Bavo Noel anku Santa Claus ji wan re dîyarîyên rengûreng bîne.
Em jî Krîstmisa hemî xwendevan, temaşevan û guhdarên xwe pîroz dikin.
Krîstmisa We Pîroz Be!