Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Krîstmis E


Îro Krîstmis anku Noel e û bi mîlyonên mirovên seranser cîhanê dayikbûna Mesîh Îsa pîroz dikin.

Roja Krîstmis ji alîyê bawermendan ve wek rojeke olî û çandî tê pîroz kirin û gelek kesên ne Krîstîyan jî, vê rojê pîroz dikin.

Ev roja girîng li Amerîka û gelek welatên cîhanê wek roja behnvedana fermî ye, loma ofîsên hikûmetê, xwendingeh û herwiha firoşgeh girtî ne.

Di vê rojê de Amerîkî serdana hezkirîyên xwe dikin, lê îsal jiber pandemîya korona Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) bi xurtî hemwelatîyan hişyar dike ku li malên xwe bimînin.

Dîsa, di vê roja taybet de bawermend ji hevdu re dîyarîyên hêja pêşkêş dikin û dayikbûna Mesîh Îsa bi awayê herî dilgeş pîroz dikin.

Krîstmis taybetî jibo zarokan rojeke girîng e jiber ku gelek ji wan li bendê ne Bavê Noel anku Santa Claus ji wan re dîyarîyên rengûreng bîne.

Em jî Krîstmisa hemî xwendevan, temaşevan û guhdarên xwe pîroz dikin.

Krîstmisa We Pîroz Be!

XS
SM
MD
LG