Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Cizîrê Krîza Nanê Sipî Derketiye


Ev çend rojin li bajarê Hesekê krîza nanê sipî derketiye holê jiber ku nanpêjên bajêr ev 7 rojin ku jibo protosto firinên xwe girtine.

Xwediyê firinan diyar dikin ku tevî buhabûna dolar qezenckirin wek xwe maye û ev yek dihêle ku mûçeyên karmendan kêm bimîne.

Li gor nanpêjan ku Rêvebirîya Xweser rê nade ku nirxê nan bi bilinbûna dolar buha bibe.

Ahmedê Hecî Raxib, xwediyê firna Îvan ku mezintirîn firina nanê sipî li herêma Cizîrê ye û 120 karker tê de kar dikin. Wî got ku her tişt buha dibe û mûçeyê karmendê me wek xwe maye jiber ku nikarin nan buha bikin.

Raxib herwiha anî ziman ku xwediyê firinan bi komîteya firnana ya girêdayî Desteya Aborî re civîyan û di derbarê çareseriyê de giftûko kirine, lê heya niha alozî berdewam e.

Li herêma Cizîrê du cûreyên nan hene, yê normal û yê sipî. Nirxê nanê sipî buhatir e û ji nanê normal ku nanpêjên giştî yê girêdayî rêvebirêyê çêdike baştir e.

Li herêmê nêzî 10 aşên taybet û du aşên giştî hene û ew ard didin nanpêjan.

Xwediyên aşan jî diyar dikin ku ji ber kêmbûna genim di bazarê de nirxê wî bilind bûye û kîseke arvan ji 24000 lîrayên Sûrî çû 40 hezar lîra.

Hisên Hemo xwediyê aşê Çarorçek li bajarê Amûdê ye ku piraniya firnên siyahî ardê xwe jê dikirin, dibêje ku çareserî ew ku Rêvebiriya Xweser genim bi nirxekî kêm bide wan ku ew jî bi nirxekî kêm ard bifroşin firinan.

Ji aliyê xwe ve berpirsa komîteya aborî di meclîsa bajarê Hesekê de Leyla Saroxan ji dibêje ku xwediyê firinan gilî û gazinên xwe gihandine ber destê wan. "Aliyên têkildar jî lêkolînekê di vê derbarê de amade dikin."

Li gor desteya aborî berî 6 mehan wan nirxê yek tûrik nanê sipî bi buhayê 500 lîraya Sûrî destnîşan kirin lê jiber buhabûna dolarê hember lîraya Sûrî û pê re he tişt buha bû û xwediyên firinan jî dixwazin nanê xwe buha bikin ku rastî xisarê neyên.

Li bajarê Hesekê 28 firinên nan hene û ji wan 8 firin yên nanê sipî ne.

Li gor nerîn û daxwaza xwediyê firinên sipî, divê ew her 550 gram nan bi buhayê 600 lîraya Sûrî bifroşin heya ku nexesirin.

Ketina nirxê lîraya Sûrî beramberî dolar pirsgirêka kirîn û firotinê li herêma Cizîrê peyda dike.

Krîza nan li Hesekê li deverên bin kontrola rejîma Sûrî û Şama paytext kîloyeke nan bi qasî 2000 lîraya Sûrî ye û nan bi dest nakeve.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG