Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, li ser 66 strannên Kurdî yên ku Sazîya Radyo û Televîzyona Tirkîyê (TRT) de qedexe ne, pirsnameyek pêşkêşî Serokwezirê Tirkîyê Bînalî Yildirim kir.
Botan ji hikûmetê xwest ku bersîva pirsên wî yên derheqa qedexeyên vê dawî yên ser zimanê Kurdî bide.
“Tevî ku qedexeya ser Kurdî hatiye rakirin, hîn jî perwerdeya bi Kurdî ne azad e. Qedexa TRT’ê zîyanê dide zimanê Kurdî. Berê stranên Kurdî dikirin Tirkî, lê bi van helwestan, Kurdî wekî sûc didin nîşandan.”
Botan dibêje ew dixwaze fem bike ku bingeha hiqûqî ya vê qedexê çi ye.
“Pîvanên stranên Kurdî çine ku hun di TRT’ê de diwşînin? Di nav pênc salên dawî de çend stranên Kurdî hatin qedexekirin û navê wan çine? Stranên ku hatine qedexekirin, wergêra wan ji alîyê kê hatine kirin?”
Botan herwiha pirsî ku çima hê jî jibo stranên Kurdî yên di dawetan de tê gotin, lêpirsîn tê vekirin?
Hêjayî balkişandinê ye ku di nav hunermendên ku stranên wan hatine qedexe kirin de, Ciwan Heco, Karabetê Xaço, Rojda, Mem Ararat, Seyda Perînçek û Agirê Jîyan jî hene.