Li bajarê Krefeld li Almanyayê 36 hunermendên şêwekar û peykersazên Kurd, Ereb û Alman gihiştin hev û beşdarî sempozyûma 3'an ya hunerî bûn.
Ev çalakî bi pêşengîya şêwekarê Kurd Welîd Ibrahîm bi alîkarî û piştevaniya wezareta çand û hunera Almanî hatiye amadekirin.
Sempozyûm di 4'ê Tebaxê de destpê kir û heta 11'ê heman mehê berdewam dike. Di roja dawî de dê pêşangeheke taybet bi berhemên hunermendan li Suedbahnhof Krefeld bê lidarxistin.
Hunermendên başadrî bûne ji çend welatên cuda hatine, di nav de Almanya, Brîtanya, Swêd, Belcîka û Fransayê.
Rêvebirê Sempozyûmê Welîd Îbrahîm ji Dengê Amerîka re got ku "Ev sala jimara hunermendan zêdetir bû û sempozyûmê bal bêtir kişandiye ji salên berê. Hunermend ji welat û neteweyên cuda beşdar bûne û vê jî zengîniyeke mezin daye sempozyûma vê salê."
Hunermendên beşdar bi dilxweşî rojên wê dişopînin û ji bo wan serboreke taybet û cuda ye.
Li gor peykersazê Kurd Saman Hîdayet, ev care yekê ye beşdarî çalakiyek bi vî awayê berfireh dibe û bi hunermendên Kurd yên ji seranserê Kurdistanê re çalakîyan dike. Wî ji Dengê Amerîka re diyar kir ku ev yek jibo wî “matmayîneke balkêş” bû ku çend hunra kurdî li pêş e.
Navenda sempozyûmê jibo mêvanan vekirî ye. Xelk dikarin serdana hunermendan bikin û xebatên wan ji nêzîk ve bişopînin. Mebest ew e ku peywendîyek di nav mêvan û hunermendan de ava bibe û giftûgoyên nirxdar çê bibin.
Peykersazê Kurd Ahmed Kusa got ku ev xebat derfetek hêja ye ku hin ji kêşe û derdên Kurdan bi kesên biyanî re bi rîya hunerê werin parvekirin .
Hunermendên wekî Jiyan Abdulrehman û peykersaz Salih Nemir jî diyar kirin ku bêtir kar jibo çalakîya vê salê ji hemû aliyan ve hatiye kirin.
Di sempozyûmê de peyemên cuda bi rîya berheman hatine pêşkêşkirin. Lê peyama yekbûyî ew e ku huner dikare kes, raman û nêrînên cuda bîne cem hev û berhemeke ciwan, afrîner û aram li dijî nakokî, ceng û tundûtûjiyê pêşkêş bike.