Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Agirbesta li Îdlibê Berpirsîya Tirkîyê Ye


Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê got ku sekinandina êrîşên serhildayan li dijî sivîlan û dijî armancên Rûsî li Îdlibê berpirsîya Tirkîyê ye.

“Em li Îdlibê bi rastî agirbestekê dixwazin û tiştê ku divê terorîst êrîşên hember sivîlan û navendên me yên leşkerî êrîşan rawestînin,” Peskov wek berîsva irseke ser daxuyanîya Serokê Tirkîyê Erdogan got.

Erdogan derengîya Pêncşemê ji hevtayê xwe yê Rûsî Wladimir Putin re gotibû ku ew li Îdlibê agirbestekê dixwaze ku sivîl neyên kuştin û pêla penaberan nekevin hindurê axa Tirkîyê.

Pispor daxuyanîya Peskov wek piştgirîya berdewam ya Rûsya ji hêzên Serokê Sûrî Beşar Esad re dibînin.

XS
SM
MD
LG