Kremlînê îro Sêşemê got ku niha ne hewce ye ku derbarê sedemên jahrkirina sîyasetvanê rikeber Aleksei Navalny lêpirsînek were vekirin.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku encamên pêşîn yên klînîka Almanî ya derbarê jahrkirinê ne zelal in.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel roja Duşemê, piştî daxuyanîya doktorên Almanî bang li Rûsya kiribû ku vekolîma ser jahrkirina gumanbar ya Navalny bike û kesên berpirs bîne pêş dadgehê.
Lê, Peskov got ku klînîka Almanî bi rêkûpekî zelal nekir ku di bedena Navalny de kîjan madeya jahrîn hatiye dîtin.
“Doktorên Almanî çima ewqas dilezînin û dibêjin Navalny hatiye jahr kirin. Ger zelal be ku jahrkirin heye, hîngê bê guman ewê lêpirsînê vekin.”