Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje di Danûstandinan de Pêşveçûneke Girîng Çênebûye


Kremlînê îro Duşemê got ku di danûstandinîn aştî yên navbera Rûsya Ukrayna de pêşveçûneke girîng pêk nehatiye.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji nûçegîhanan re got ku divê heta ku civîneke di navbera Vladimir Putin û Volodymyr Zelenskyy pêk were, divê bingeheke xurt ya pêşveşûnê pêk were.

"Jibo ku em derheqa civîneke di navbera du serokan bipeyîvin, divê her du alî jî karên xwe pêk bînin. Divê danûstanin bidomin û li ser encaman hevbîrî hebe," Peskov got.

Moskowê pir caran Kîevê tawanbar dike ku pêşnîyarên ku ji alîyê Rûsya vê neyîn pejirandin tine pêş û danûstandinên aştîyê asteng dike.

Ukrayna jî dibêje ku ew dixwaze danûstandinê bike, lê ewê xwe radestî Rûsyayê neke.

XS
SM
MD
LG