Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Rûsya Wê Bersîvdana Toleyên Nû yên Amerîkî yên Dijî Hemwelatîyên Xwe Bide


Kremlînê îro Înê nerazîbûna xwe hember toleyên nû yên Amerîka yên hember hemwelatîyên Rûsî nîşan da.

“Hikûmeta Rûsya, li gor berjewendîya netewî dê bersîvdana toleyên nû yên Amerîkî yên dijî hemwelatîyên xwe bide,” Kremlînê got.

Hikûmeta Amerîkî roja Pêncşemê ragihandibû ku toleyên nû li dijî kompanîyeke Çeçenî û 5 kesên din destpê kirine ku herî kêm 3 ji wan hemwelatîyên Rûs in.

Washingtonê ragihand ku biryara toleyên nû bi sedema zêdegavîyên mafên mirovan, kuştinkarî û êşkencekirina kesên LGBTI hatiye dayîn.

Toleyên nû yên dijî kompanîya Terek ya Çeçenistanê û 5 kesên behskirî ji alîyê Wezareta Xezîne ya Amerîkî ve, di çarçoveya Qanûna Magnitsky (Magnitsky Act) de hate danan.

XS
SM
MD
LG