Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Sêşemê got ku bi Amerîka re di danûstandinên ser Ukrayna de tiştekî nû çênebûye.
Peskov careke din dîyar kir ku rêvebirîyên Washington û Moskowê di astên cude de dest bi danûstandinan kirine, lê got ku tiştekî nû tuneye ku ew ser rewşa dawî bêjin.
Li ser Telegram û X’ê hin nûçeyên ne piştrastkirî radigihînin ku Nûnerê Amerîka yê jibo Rojhilata Navîn Steve Witkoff çûye Moskowê.
Peskov li ser pirseke derbarê wan nûçeyan got ku ti agahîya wî ser wê mijarê tuneye û dîyar kir ku niha di rojeva wan de bi wî re ti civîn xuya nake.
Rosaviatsia, ku li Rûsya berpirsê firînan e, li ser jeteke taybet ya ji Amerîka daketiye Moskow, daxuyanîyek weşand.
Wê sazîyê got ku ew firîneke tenkîk e û ji Washingtonê ber bi Moskowê jibo hevkarîya mirovahî çêbûye.
Rosaviatsia ser firînê zêdetir agahî neda û nasnameyên rêwîyên firokê jî eşkere nekir.
Ji alîyê din ve Balyozê Amerîka yê li Moskowê Lynne Tracy îro Sêşemê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov re kom bû.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova rgihand ku Tracy û Ryabkov ser karên sazîyên dîplomatîk yên Moskowê yên li derve peyivîne.
Jêder: Reuters