Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê ragihand ku peywendîyên bi Amerîka re di asta herî nizm de ne.
"Peywendîyên bi Amerîka re di asta herî nizm ya dîrokî ne. Niha ti hêvî tune ku ew peywendî di siberojê de baştir bibin," Peskov got.
Peywendîyên Amerîka û Rûsya jixwe berî Moskow Ukrayna dagir kiribe di asteke xirab de bûn û bi toleyên Washingtonê û hevbedên wê yên dijî Moskowê daketin asteke nizmtir.
Amerîka alîkarîyeke berçav dide Ukrayna û karbidestên Rûsî jî dibêjin ku Washington bi awayekî rasterast di şer de rolekê dilîze.
Her çiqas carna di danûstandinên dîplomatîk guherîna girtîyan çêdibe jî peywendîyên Moskow û Washington yên di asta bilind de kêm bûne.
Karbidestên îstixbaratê yên Rûsya û Amerîka di Mijdarê de li Eqnere ya paytexta Tirkîyê kom bûbûn.
Kremlîn dibêje bi tenê îhtîmal heye ku îstixbaratên her du dewletan zêdetir danûstandinan bikin.
Jêder: Reuters