Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Moskow û Tehran Wê Peymana Hevkarîya Stratejîk Îmza Bikin


Kremlînê îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Îranê Mesud Pezeşkîyan wê 17’ê Çileyê li Rûsya danûstandinan bikin.

Li gor daxuyanîyê Putin û Pezeşkîyan wê peymana hevkarîya stratejîk jî îmza bikin û ragihînin.

Kremlînê dîyar kir ku her du rêber wê ser pêşvebirina hevkarîyên ser veguhestin, lojîstîk, bazirganî û alîkarîyên mirovahî bipeyîvin.

Çaverê ye Putin û Pezeşkîyan ser mijarên herêmî û navneteweyî jî biaxifin.

Rûsya piştî dest bi dagirkirina Ukrayna kir peywendîyên xwe yên bi welatên wek Îran û Koreya Bakur re pêşve birin ku ew dewlet wek dijminên Amerîka têne zanîn.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov meha Cotmehê gotibû ku Moskow û Tehran plan dikin ku hevkarîya stratejîk îmza bikin ku têde şîriktiya berevanîyê jî heye.

Amerîka meha Îlonê dîyar kiribû ku Tehranê muşek dane Rûsya ku ew dijî Ukrayna bixebitîne.

Washingtonê dijî wan gemî û kompanîyan ku tê gotin ku pêçîya wan di barkirina wan çekên Îranê de heye tole ragihandibûn.

Tehran dîyar dike ku wê ti muşek nedaye Moskowê û dibêje ew îdia bê bingeh in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG