Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê Kremlînê Peskov Dibêje Kurê Wî li Ukrayna Şer Kir


Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Duşemê ragihand ku kurê wî Nikolai li Ukrayna dijî hêzên wî welatî şer kiriye.

Kurê Peskov, Nikolai, bi revîna ji leşkerîyê dihat tawanbar kirin.

Peskov ji rojnamevanan re got kurê wî mêrekî gihiştî ye û wî biryar daye ku ew here şer bike.

‘’Erê, bi rastî jî wî beşdarî li operasyonên taybet kir’’ Peskov got.

Rêberê Wagner Yevgeny Prigozhin hefteya borî dîyar kiribû ku Nikolai Peskov 6 mehan di koma wan de li Ukrayna şer kiriye.

Prigozhin dîyar kiribû ku Nikolai Peskov yê 33 salî li yekîneya roketavêjan bi navekî din xebitîye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG