Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Axaftina Putin û Trump Rêka Dîyalogê Nîşan Dide

Kremlînê îro Yekşemê ser şerê li Ukrayna got ku ew êdî hewil didin bi rêka dîyalogê kêşeyan çareser bikin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku axaftina bi rêka telefonê ya Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevtayê wî yê Amerîkî Donald Trump bi awayekî xurt nîşan dide ku ewê ne ser şer, lê ser aştîyê biaxifin

‘’Ev yek nîşanek wisa ye ku raber dike ku emê êdî hewil bidin kêşeyan bi rêka dîyalogê çareser bikin. Êdî emê li şûna şer behsa aştîyê bikin.’’

Wî dîyar kir ku di şertên niha de axaftina Putin û Trump rewşeke taybet e.

Peskov got ku toleyên dewletên Rojavayî nikarin rê li ber danûstandinên Rûsya û Amerîka bigirin.

Berdevkê Kremlînê ser wan toleyan jî got ku ew çawa hatine ragihandin dikarin werin rakirin.

Trump roja Çarşemê bi rêka telefonê hem bi Putin re û hem jî bi Zelenskyy re peyivîbû û gotibû ku ewê dest bi danûstandinên ser aştîyê bikin.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî li hember dagirkerîya Rûsya piştgirî dan Ukrayna.

Jêder: Reuters, VOA

This item is part of
XS
SM
MD
LG