Kremlînê îro Duşemê ragihand ku ew bi Amerîka re ser pevguhertina girtîyan, ku rojnamevanê Wall Street Journal jî di nav de ye, danûstandinan dike, lê divê ew danûstandin dûrî medyayê werin kirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov gotinên Serokê Rûsya Vladimir Putin ku serê vê mehê di civînekê de ji edîtorên payabilind yên ajansên nûçeyan yên navnetewî re kiribûn, ragihandin.
Putin wê demê gotibû ku Rûsya û Amerîka ser pevguhertinê danûstandinê dikin.
Peskov dîyar kir ku ew dixwaze ku gotinên Putin bibîr bibîne û got ku ew piştrast dike ku danûstandin hene.
‘’Danûstandinên wisa dewam dikin, lê divê di bêdengîyê de bin. Jiber vê jî wê ser vê mijarê, ti ragihandin, daxuyanî û agahî neyên dayîn.’’
Rojnamevanan ji Peskov pirsî ku çima doza sîxorîyê ya Gershkovich veşartî tê kirin û wî jî got ku dadgehê wisa biryar daye ku ew nikare ser mijarên wisa ti şîroveyan bide.
Gershkovich yê 32 salî, 29’ê Adara 2023’an ji alîyê Servîsa Ewlekarî ya Federal (FSB) ve li Yekaterinburg ya 1400 kîlometre li rojhilata Moskowê bi sûcê casusîyê, ku cezayê wê girtîgehê 20 sal e, hatibû desteser kirin.
Gershkovich, ku ji dema Şerê Sar vir ve rojnamevanê yekê yê Amerîka ye ku jiber sîxorîyê hatiye girtin, çend caran ew tawanbarkirin red kiriye.
Jêder: Reuters