Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peskov Dibêje Alîkarîya Amerîka ya jibo Ukrayna Nikare Pêşîya Serketina Wan Bigire


Kremlînê îro Duşemê ragihand ku paketa nû ya alîkarîya Amerîka ya jibo Ukrayna rewişa li enîya şer neguherîne û rê li ber serfirazîya wan negire.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku hêzên çekdar yên Rûsî pozîsyonên xwe yên li enîyên şer pêşve dibin.

Peskov dîyar kir ku pere û çekên jibo Ukrayna wê dînamîka wan ya jibo serketinê neguherîne.

‘’Jiber wan wê li Ukrayna pirtir qurbanî çêbin. Wê pirtir Ukraynî bimirin, Ukrayna wê zêdetir tiştan hinda bike.’’

Civata Nûneran ya Amerîka roja Şemîyê jibo Ukrayna alîkarîyeke nû ya 60 mîlyar dolarî pejirand ku ew alîkarî bi mehan li Kongresê hatibû sekinandin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê bang li Washingtonê kiribû ku bi lezûbezî bernivîsê bike qanûn û dest bi şandina çekan bike.

Zelenskyy dîyar kiribû ku pêdivîya wan çekên dûravêj û sîstemên berevanîya esmên heye.

‘’Ez dibêjim wê ew alîkarî hêzên çekdar yên Ukrayn bi rastî hêzdar bike û wê jibo serketinê şansê me çêbe.’’

Rûsya îdia dike ku paketa alîkarî kêrî endustrîya berevavanî yê Amerîka tê.

Peskov got ku ew dizanin ku wê piranîya perayan li Amerîka bimîne û Washington dewlemendtir bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG